Êriş li wîlayeta Dhaleh a li Yemenê pêk hat. Beriya niha bi 10 rojan di 29’ê Kanûnê de li heman eyaletê bi roketan êrişek hatibû kirin û 4 leşker hatibûn kuştin.
Li Dhalehê ku li bakurê bajarê Adenê ye, ji aliyekî ve di navbera komên serhildêr de, li aliyê din di navbera hêzên hikumetê û komên li başûrê Yemenê daxwaza serxwebûnê dikin şer diqewime.
Êrişa roja Sêşemê li dijî kampa leşkerî ya bi navê Sadraynê bi fuzeyan hate kirin. Danê sibehê dema ku leşker di rêza leşkerî de bûn êriş hate kirin. Di encamê de herî kêm 11 leşker mirin û 20 jî birîndar bûn.
Hûsiyan di destpêka meha Tebaxê de li nêzî bajarê Adenê êriş biribûn ser merasîmeke leşkerî û herî kêm 49 şervanên alîgirê serxwebûnê kuştibûn.
Di şerê navxweyî yê Yemenê de ji havîna 2014’an ve bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm 12 hezar ji wan jî sivîl in. Ji ber şerê navxweyî yê li Yemenê zêdeyî 3 milyon Yemenî ji cih û warê xwe bûn. Her wiha tê goitn ku 80 ji sedî yê nifûsa welêt pêwîstiya xwe bi alîkariya însanî heye.