Serokeşîrê Henadayê Şêx Îbrahîm El-Îsa got, Tirkiyê terorê derbasî herêmê kir û daxuyaniyên wê yên li ser “Herêma ewle” derew in û ji her kesî re eşkere ye. El-Îsa anî ziman ku divê her kes li dijî polîtîkeyên Tirkiyê têkoşînê bike
EBDULSELAM MIHMEDE / KOBANÊ
Gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, di demên dawî de bi armanca dagirkirinê û têkkirina ewlehiya herêmê mijara “Herêma ewle” li Baur û Rojhilatê Sûriyeyê xistiye rojeve.
Li ser vê mijarê serokeşîrê Henadayê ya Ereb û endamê Meclisa Rûspiyan Şêx Îbarhîm El-Îsa piştî civîna Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Firatê ku roja Şemiyê li bajarê Kobanê hatibû lidarxistin, ji ajansa me ANHA‘yê re axivî.
Îbrahîm El-Îsa di destpêka axaftina xwe de li ser helwestên şêniyên herêmê li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê wiha got: “Tirkiyê bi xwe teror anî herêmê û niha jî îdia dike ku ew ê herêmek ewle ava bike. Ev derew e û ji her kesî re diyar e. Wekî pêkhateyên herêmê em berjewendiyên xwe baştir dizanin. Herêmên me ji herêmên Sûriyê yên herî ewle ne. Eger rast dixwaze ewlehiyê li herêmê pêk bîne, divê ji Sûriyê derkeve û dagirkirina Bakurê Sûriyê bi dawî bike. Wê demê dê aştî li Sûriyê serwer be.”
Serokeşîrê Henadeyê destnîşan kir ku ti kesî ji Tirkiyê nexwestiye ku herêmê bi ewle bike. Rêkeftina Edene jî ne rewa ye û divê her kes polîtîkeyên Tirkiyê yên wêrankirinê nas bikin û li pêşiya wan bigire. Tirkiyê di nav xewnan de ye û nikare baş rewşa heyî bixwîne.
El-Îsa destnîşan kir ku tevahiya pêkhateyên herêmê di nav ewlehî û aramiyê de ne. Lê tişta ku wan aciz dike, gefên Tirkiyê yên domdar in. El-Îsa diyar kir ku dewleta Tirkiyê nirxên exlaq, mafê cîrantiyê nas nake û aliyên din qebûl nake.
Di nav gotinên xwe de Şêx Îbrahîm El-Îsa bal kiaşnd ser sûcên Tirkiyê li Efrînê û herêmên din ên ku di bin navên cuda û ne qanûnî de dagir kirine û diyar kir ku Tirkiyê hewl dide herêman asîmle bike. Îbrahîm El-Îsa destnîşan kir ku Tirkiyê ji bo pêkanîna palnên xwe dikuje û talan dike.
Serokeşîrê êla Hanadayê û endamê Meclisa Rûspiyên Girê Spî Îbrahîm El-Îsa got: “Tevhaiya pêkhateyên herêmê bi yekrêzî li hember xeteriyên li dijî herêmê disekinin. Em di nav ewlehî û aramiyê de ne. Divê Tirkiyê ji qanûnên navdewletê re rêzdar be. Serdema dagirkirinê bi dawî bûye.”
(şx)
ANHA