Serokê Partiya Pêşerojê yê Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan diyar kir ku divê dewleta Tirk ji kûrkirina aloziya Sûriyê dûr bikeve û wiha got: “Divê civaka navdewletî jî hewl bide ku ewlehiya Sûriyê û yekbûna xaka wê bi taybet piştî têkçûna DAIŞ`ê pêk bîne.”

Bi rasthatina salvegera yekemîn a damezirandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê re, ajansa me hevpeyvînek li gel serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan  çêkir. Di hevpeyvînê de El-Qeftan behsa rêgez û armancên partiyê kir. El-Qeftan diyar kir ku armanca partiye nêzkirina nêrînên di navbera aliyên Sûrî û pêşkêşkirina çareseriyên giştî ji aloziya Sûriyê re e.

Şert û mercên ku bûn sedema avakirina partiyê

El-Qeftan got: “Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di 27`ê Adara 2018`an  de hat damezrandin. Armanca damezrandina wê veguherandina civakê ber bi civakek siyasî, rêxistinkirî û civakî bi dirûşmeya`Sûriyeyek azad, demokratîk, nenavendî û pirrengî` bû. Nenavendîbûn, pirrengî û demokrasî ji rêgezên herî bingehîn ên bernameyên partiyê ne. Ji ber wê partî hewl dide civakek Sûrî ya têghiştî ava bike.”

Pêvajoyên ku partî tê re derbasbûn heya ragihandina fermî ya damezirandinê

El-Qeftan di derbarê pêjavoya beriya damezrandina partiye de wiha axivî: “Endamên partiyê di nav herêm û gundewaran de geriya. Partiyê 60 serdan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Di serdanan de bi gelek aliyan re nîqaş hatin kirin heya ku partî hate damezirandin. Zemînek partiyê çêbû da ku fikrê wê were belavkirin. Gelek pêşniyar girêdayî bernameya partiyê hebûn. Rewşa heyî ya partiyê û bernameyên wê berhema gelek nîqaş û guhertinan e.”

Çima kongreya damezrandinê li Reqa hat lidarxistin?

El-Qeftan diyar kir ku partiyê ji bo peyamekê bide civaka navdewletî kongerya damezrandinê li Reqayê çêkir û wiha got: “Şêniyên Reqayê ne xwedî fikrê DAIŞ`î ne. Şênî xwedî fikrê demokratîk in. Beşdarên kongreya ne tenê ji Bakurê Sûriyê bûn, beşdar ji tevahiya gelên Sûriyê bûn. Hêjmara kesên di kongreya de amadebûn ji hezar kesî derbas kir. Hemûyan nêrîn û pêşniyarên xwe girêdayî bername, sembol, dirûşme û rêziknameya partiyê dan. Ji ber ku ew aliyên rastîn in ku dê partiyê hemêz bikin.”

El-Qeftan tekez kir ku divê îdyolojiya partiyê taybet be da şênî teşwîqî tevlibûna partiyê bibin û wiha pê de çû: “Ji bo ku partî ne partiya gotinan be. Ji ber ku partî li ser bingeha hemêzkera gelêrî hate damezirandin. Ev gavên partiyê di vî warî de bi erênî bûn. Di heman demê de tekez kir ku partî ji aliyê kesên din ve tê nirxandin, wan jî tevlîbûnek zêde çêkir.”

Çalakiyên partiyê yên îsal

Li gorî El-Qeftan partî îsal bi gelek kesayet ji rûspiyan, rewşenbîran, şêxên êlan, ciwanan, jinan û oldaran re civaya ye û wiha got: “Hevdîtinên me bi tevahiya çînên civakê re di çarçoveya ji nêz ve naskirina rewşa civakê bi taybet piştî têkçûna DAIŞ`ê pêk hatine. Partî dê rolek çalak di tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê de bilîze. Ji ber ku fikrê şaneyên radîkal ên terorîst bandor li hişmendiya piraniya gelê Sûriyê bi awayekî neyînî kiriye. Çawa partiyê rolek li ser asta leşkerî lîst dê gelê Sûriyê ji vê hişmendiyê xilas  bike û Sûriyê bighîne dirûşmeya partiyê `Sûriyeyek nenavendî, pirrengî û demokratîk`.”

Gelo bernameya partiyê di sala nû de çi ye û çalakiyên ku dê partî organize bike çi ne?

El-Qeftan tekez kir ku her partiyek stratejiyek wê ya taybet heye û stratejiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê wiha rave kir: “Stratejiya me li ser esasê pêşxistina di aliyê rêxistinî, firehkirina têkîliyan bi partiyan û aliyên herêmî re ava bûye. Partî di sala bê de bernameyek dagirtî girêdayî hevdîtinan bi partiyên Sûrî ne tenê li Bakurê Sûriyê, li Sûriyê bi giştî û projeyên girêdayî destûra nû ya Sûriyê amade kirine. Dê berhemên lidarketina kongreya duyemîn a partiyê li ser erdê werin dîtin û li ser asta Sûriyê bi giştî. Ji ber ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji tevahiya gelê Sûriyê re ye çi li derve û li hundir re vekiriye.”

Nêrîna partiyê girêdayî geşedanên dawîn û rola wê di pêşeroja Sûriyê de çi ye?

El-Qeftan bal kişand ser ku aloziya Sûriyê çarçoveya navxweyî derbas kiriye û veguheriye aloziyek herêmî û navdewletî. El- Qeftan got: “Ji ber wê partî armanc dike ku ji dewletên cîran mîna Iraq, Tirkiyê, dewletên din û hikumeta Sûriyê re vekirî be da ku rolek di amadekirina destûra nû ya Sûriyê de bilîze. Ji ber ku destûra nû ya Sûriyê bingeha çareseriya alzoiyê ye. El-Qeftan destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji kûrkirina aloziya Sûriyê dûr keve. Tirkiye bi dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê serdestiya Sûriyê binpê dike.”

Di dawiyê de serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan destnîşan kir ku divê civaka navdewletî ewlehiya Sûriyê armanc bike bi taybet piştî têkçûyîna DAIŞ`ê û wiha got: “Em hêvî dikin ku carek din ji bo pêkanîna berjewendiyên navdewletî dîsa xwîna gelê Sûriyê neyê rijandin. Em bang li gelê Sûriyê yên li hundir dikin ku divê pişta xwe nedin dewletên ku hewl didin berjewendiyên xwe pêk bînin. Ji ber wê divê wek şêniyên Sûriyê em berjewendiyên xwe bidin pêş û yekbûna xaka Sûriyê biparêzin.”

(şx)

ANHA