Ji nûnerên civaka Êzidî Fîkret Îgrek ku sala 2016’an ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê ya bêdawî-bêrdorveger, diyar kir ku berxwedana li dijî tecrîdê ji bo Kurdan ‘meseleyeke rûmetê’ ye.

Sala 2016’an ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger pêk hatibû û piştî hevdîtina bi Mehmet Ocalan re li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî di roja 21’ê de hatibû qedandin.

Ji beşdarên çalakiya wê demê Hevserokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek bal kişand ser rola Ocalan ji bo civaka Êzidî û gelên bindest ên li Rojhilata Navîn.

Îgrek diyar kir, çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rol û hewldanên Ocalan dikarin bên çareserkirin.

‘BI FELSEFEYA OCALAN EM NÊZÎ AZADIYÊ BÛN’

Îgrek anî ziman, civaka Êzidî yekemcar bi felsefe û îdeolojiya Ocalan firsenda azadiyê bi dest xist û got, “Yê ku xwedî li civaka Êzidî derket Birêz Ocalan e, îdeolojiya wî ye. Wê demê, ji bo bêdengiya Konseya Ewropayê û CPT şermezar bikin, me biryar dan ku dest bi greva birçîbûnê bikin.”

Fîkret Îgrek da xuyakirin, di hefteya destpêkê ya grevê de bi CPT re hevdîtinek hate kirin û di hevdîtinê de wan ev rastî bi xurtî anîn ziman û gotin, tecrîd li dijî îradeya gelan e.

‘BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ MESELEYEKE RÛMETÊ YE’

Fîkret Îgrek bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger ên bi pêşengiya Leyla Guven pêk tên û destnîşan kir, berxwedana li dijî tecrîdê ‘meseleyeke rûmetê’ ye. Îgrek bi dewamî got, “Piştî sala 2016’an, li dijî Birêz Ocalan hîn bi tundî tevgeriyan. Têkiliya wî ya bi derve re bi temamî hate birîn. Ne malbata wî, ne parêzerên wî, ne jî kesekî ji derve ku CPT jî di nav de, nekarî hevdîtê bike. Ji aliyê hiqûqî ve ev yek binpêkirineke cidî ye.”

Îgrek anî ziman, civaka Êzidî wê cihê xwe di nava her çalakiyên dijî tecrîdê de bigire û bi her awayî fedakariyê bike.

Îgrek işaret bi bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê kir û got, “Bêdengiya wna nîşan dide ku tecrîd dewam dike. Heta ku CPT û Konseya Ewropa xwe bilivînin û tecrîd bê rakirin, wê berxwedana gelê Kurd bidome.”

‘DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVE’

Fîkret Îgrek got, ew grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê pêk tên weke çalakiyeke ji bo rizgarkirina rûmeta mirovahiyê dibînin û diyar kir, gelê Kurd jî wê li her qadê xwedî li vê berxwedanê derkeve. Îgrek bang li Kurdên Êzidî jî kir ku ji bo xwedîderketina li vê berxwedanê bikevin nava liv û tevgerê.