ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Serokê Şaxa Dêrsimê Gurbuz Solmaz da û got ku “Hikumet bi Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê hemû kesan destgîr dike.”

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan derbarê Seroka Şaxa Dêrsimê ya ÎHD’ê Gurbuz Solmaz daxuyaniyeke nivîskî weşand ê ku duh hatibû destgîrkirin.ÎHD’ê diyar kir ku li emniyetê ji Solmaz hatiye pirsîn ku wî civîn û xwepêşandinên di dema serokatiya ÎHD û Hevserokatiya SES’ê de li ser navê ‘rêxistinên derqanûnî’ kiriye yan na.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rêveberên rêxistinên girseyî yên di qada demokratîk de dixebitin ji zû ve ye tên krîmînalîzekirin û got ku “Taybetiya civaka demokratîk ev e ku, bêyî ku destûrê ji tu kesî bistîne, karibe civînên aştiyane û xwepêşandanan bike û divê karibe fikrên xwe eşkere bike. Li Tirkiyeyê desthilatdariya siyasî kêfa wan ji kê re neyê, bi Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê wan sûcdar dike.

Em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku divê polîtîkayên zextan ên li ser qada demokratîk bi dawî bibe û divê serokê şaxa me ya Dêrsimê Gurbuz Solmaz jî divê teqez were berdan.”