ÎHD’ê ji bo Roja Zimanê Makî daxuyanî da û got, ”Divê polîtîkayên yekreng û asîmîlasyonê û amûrên zorê yên li ser zimanan werin rakirin.”
meleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkilî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Makî ya Cîhanî daxuyaniyeke niviskî da. ÎHD’ê got, ”Divê polîtîkayên yekreng û asîmîlasyonê û amûrên zorê yên li ser zimanan werin rakirin. Civak bikaribin bi zimanê xwe bidin û bistînin, perwerde bibin, jiyan û çanda xwe pê bidomînin.”
ÎHD’ê bi domdarî got, ”Li hemû qadên jiyanê bikaranîna zimanê makî yek ji mafê sereke yê mirovî ye .Civakên ku mafê perwerdeya bi zimanê makî bi kar tînin ji her alî ve geştir dibin û wekneheviya navbeyna civakan pê ji holê radibe. Her wiha li gorî lêkolînên ku hatine kirin zarokên ku bi zimanê makî perwerde dibin ji hêla pedagojîk ve zêdetir serkeftî dibin.”
ÎHD’ê destnîşan kir 3 zimanên ku li Tirkiyê dihate axaftin tine bûne, 15 ziman jî ew taloke li ber wan e ku tine bibin û got, ”Li Tirkiyê li gel ku gelek ziman hene jî hin zimanên li derî Tirkî piştî pola 5’an bi rengê dersa vebijêrkî tê xwendin. Her wiha li dibistanekê heke ji 10 kesan kêmtir kes wî zimanê hilbijêrin nikarin bi wî zimanî bixwînin. ”