ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî astengî û êrişên li dijî meşa HDP’ê da û diyar kir, “Nabe ku meş bê astengkirin.”

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser êrişên li dijî Meşa Demokrasiyê ya HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gel qedexeyên li bajaran ên ji aliyê walîtiyan ve hate ragihandin, di dema meşê de gelek astengî derxistine pêşiya HDP’ê û gelek endamên partiyê hatine destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku HDP sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê ye û hate gotin, “Qedexekirina karê siyasî û mafê xwepêşandan û kombûnê ya partiyeke bi vî rengî, kiryareke Dewleta Polîs e.

Qedexekirina bikaranîna mafê xwezayî yê HDP’ê, nîşan dide ku li Tirkiyeyê hişmendiya demokrasiyê neafiriye û desthilatdariyeke ku tenê ji bo xwe demokrat e li ser kar e.”

ÎHD’ê daxuyaniya Serokkomarê Tirk a têkildarî vîrûsa koronayê bi bîr xist ku digot “Hemû tevdîr hatine rakirin û bi lez derbasî asta normalbûnê dibin”. ÎHD’ê di vê çarçoveyê de diyar kir ku têkoşîna demokrasiyê rewa ye û nabe bê astengkirin.