evserokê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Hewlêrê Abid Îke bal kişand li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şkandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê êdî bêdengiya heye bêşiknadin. Îke bang li qada navnneteweyî û CPT’iyê kir ku erka xwe pêk bînin.
Hevserokê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Hewlêrê Abid Îke, li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku li zindanên Tirkiyeyê, derveyî welat, Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê di bin pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentoya HDP’ê ya Colemergê û Nasir Yagir de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin ji Rojnews’ê re axivî.
‘Divê êdî bêdengî bêşikandin’
Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê Abid Îke diyar kir ku divê êdî bêdengî were şikandin û wiha balkişand li ser tecrîdê: “Di serî de tevahî çalakvanên ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ketine çalakiya greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger, bêdem û bidorveger de silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazin. Divê êdî bêdengiya li hemberî tecrîda ku li dijî Rêber Apo tê meşandin bê şikandin. Me ji pêvajoya yekem û duyem a çalakiyên greva birçîbûnê derbas kiriye, lê belê hîna jî bêdengiya gelê Kurd û dewletên navnetewî dewam dike. Divê ku êdî ev bêdengiya gelê Kurd û dewletên navnetewî bêşikandin, ji bo ku em bi yek destî tecrîda li ser Rêbertî bişikînin.”
‘Divê gelê me her qadê bike qada çalakiyan’
Îke bang li ciwana û gelê Kurd kir û got; “Dem ne dema bêdengiyê ye. Dem dema serhildan û berxwedanê ye. Divê ciwanên Kurd li tevahî qadan çalakiyan pêkbînin û gelê Kurd her qadê bike qada çalakî û berxwedanê. Ji bo ku em tecrîda girankîrî li ser Rêbertî bişikînin, tenê berxwedan pêwîste.”
Banga ji bo qada navneteweyî
Hevserokê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Hewlêrê Abid Îke herî dawî ev bang li qada navneteweyî kir; “Ez di serî de bang li CPT, dewletên navnetewî yên ku xwe xwedî mafên mirovan dibinin, dostên Kurdan ên ku daxwaza azadî û biratiyê dikin, dikim, divê êdî her kes dakeve qadan û xwedî li van çalakiyên greva birçîbûnê derkevin. Êdî divê dewletên navnetewî û CPT’î ya ku saziya mafê mirovane divê vê bêdengiya xwe bide şikandin û çareseriyekê ji bo vê yeke bibine. Ez dubare tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikim û dibêjim em ê berxwedana xwe heta dawiyê bidomînin, heta ku tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me bê şikandin. Tevahî çalakvanên di greva birçîbûnê de silav dikim û serkeftinê ji bo wan dixwazim.”
(ab)