Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû piştî 16 rojan mazbataya xwe stend.
Şaredarê CHP’î yê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu çû Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê û mazbataya xwe wergirt. Ekrem Îmamoglu, piştî niqaşên dûr û dirêj û 17 rojên piştî hilbijartinê li gel girseye mezin çû Edliyeyê û mazbata xwe girt.
Di vê pêvajoyê de ji bo hilbijartinê li navçeyên Stenbolê û ya navendê were betalkirin, AKP’ê li gelek cihan îtîraz kiribû.