Piştî ku Doza Kobanê bi encam bû, Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Fîgen Yuksekdag re hat avakirin.
Înîsiyatîfê daxuyaniyek nivîskî da û got:
“Girtiyên Doza Kobanê ji ber ku di Cotmeha 2014’an de li Kobanê di berxwedana li dijî êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ’ê de berpirsyariyên xwe bi cih anîn, li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê ji bo demokrasî û azadiya gelan rabûn ser piyan û ji bo gelên Kobanê banga piştevaniyê kirin, hatin cezakirin.
Di wan rojên zehmet ên ku gelên Kobanê li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê li ber xwe didan de, dilê hemû mirovahiya pêşverû û demokratîk bi rîtma berxwedanê ya Kobanê re lêdixist.
DAÎŞ’ê li Kobanê sûcên dermirovî yên ku mîna wê nehatî dîtin, pêk dianîn. DAÎŞ li Kobanê têk çû. Doza Kobanê ne li gorî ti hêmanê hiqûqê ye, kêfiyeta rejîma Erdogan nîşan dide. Vê dozê car din nîşan daye ku hiqûqa li Tirkiyeyê, amûra desthilatdariya siyasî ye.
Doza Kobanê li dijî azadiya gelan, demokrasî û edaletê, wekheviya jinan, hemû nirxên ku HDP diparêze, êrîşek e.
İnsîyatîfê got:
Em cezayê ku li girtiyên di Doza Kobanê de hatin birîn, qebûl nakin û dixwazin ku demildest bên berdan. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî vê bêedaletiyê, helwest nîşan bidin.
Ev doz bi eşkerekirina biryarê re, bi dawî nebûye.
Mîna ku Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag aniye ziman; mîna doh, îro jî gotina dawî wê berxwedêr bêjin”