Hiqûqnasên Sûriye, bi dirûşmeya “Binpêkirina zagona navneteweyî ya derbarê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de”, 10’ê Kanûnê, di salvegera Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de, konferansa yekemîn ya Înîsiyatîfa Sûriye ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêkanîn.

Parêzerên ku tevlî konferansê bûn, ji ajansa ANFê axivîn.

Parêzer Enwer El Usir got: Hiqûqnasên Sûriyeyî ji hemû deveran tevlî konferansê bûn. Em wek parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku em di riya pêkanîna rêbazeke qanûnî de ne û zilma li ser Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin. Rêber Ocalan nirxên edaleta civakî yên cîhanê dane rûniştandin. Ew heta niha ji mafên xwe wek girtiyekî siyasî bêpar maye û ez wek hiqûqnasekî girtina wî wek revandekê bi nav dikim. Ji ber her girtiyek bi awayekî dadmendî tê darizandin. Lê Rêber Abdullah Ocalan di encama komployekê de hat revandin, ev suc e.

Rêber Abdullah Ocalan siyasetmedar e, lîderê gelê Kurd e. Em jî bi vê konferansê hewl didin ku bibe destpêka înîsiyatîfa cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

Parêzer Semîr Sadiq jî got: Gerek ev konferans ji sala 2014 û 2015’an bihata pêkanîn. Lê tevî derengmayînê jî, dîse jî ew serketî bû û me rewşa tenduristî ya Rêbertî û rewşa hiqûqî û komploya li dijî wî nîqaş kir. Dîtina parêzeran teva ew bû ku kompo sucek e, ev sucê mezin jî bi tecrîdê dewam dike

Prz. Sadiq bang li gel û ciwanan kir ku heta pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan û tevlî meşan bibin.