Îstîtûya Kurd a Elmanya têkildarî wefata Parlementerê berê yê HDP’ê Prof. Dr Kadrî Yildirim peyamak da û ew bibîr anî.
Înstîtûyê sersaxî ji malbat, heskirî û gelê Kurd re xwest û ev peyam da: “Me îro bihîst ku akademîsyen, dîroknas, zimanzan, wêjevan, siyasetmedar û ramangirê kurd Prof. Dr. Kadri Yıldırım jiyana xwe ji dest daye û çûye ser dilovaniya xwe. Ji bo koça dawiyê ya gorbihuşt Kadrî, dem hê pir zû bû.
Di temenê xwe yê 62 salî de, tam di dema berhemdariya xwe de çûna Dr. Kadrî ji bo civaka kurd bi rastî him wendayi him jî xemgîniyeke pir mezin e. Di wî temenê xwe de li ser çand, dîrok, wêje û erdnîgariya kurd û li ser ziman, dîrok, wêje û erdnîgariya Farsî û Ereban bi tevahî 14 pirtûk nivîsîne.
Em bi dilekî xemgîn dibêjîn; bila Xwedê Wî bi dilovaniya xwe şad bike, bila serê malbata wî, hezkiriyên û gele kurd sax be.
Em xizmetên Prof. Dr. Kadri Yıldırım yên giranbuha ti carê ji bîr nakin.”