Komeleya Doktorên Xwedî Berpirsyariya Civakî û Doktorên pêşî li Şerê Atomê yê Navneteweyî digirin (IPPNW) bang li Hikumeta Elman a Federal kir, ku ji bo aktîvîstên di greva birçîbûnê de ne bikeve nava liv û tevgerê.
Heyetek bi pêşengiya Komeleya Doktorên Xwedî Berpirsyariya Civakî û Doktorên pêşî li Şerê Atomê yê Navneteweyî digirin (IPPNW, beriya hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê çû Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê. Berpirsyara Tirkiyeyê ya IPPNW’ê Dr. Gisela Penteker li ser çavdêriyên xwe yên li Tirkiyeyê daxuyaniyek da.
Dr. Penteker diyar kir, hilbijartineke zehmet pêk hat û got, “Em Hêvîdar in wê Serokkomar û hikumeat Tirkiyeyê encamên hilbijartinê baş binirxînin û jinûve dest bi reformên demokratîk bikin.”
Dr. Penteker anî ziman, IPPNW alîgirê wê yekê ye ku bi Kurdan re hevdîtinên aştiyê ji nû ve dest pê bikin û got, “Eger ev yek pêk were wê li Tirkiyeyê civakeke rengîn û nûjen ava bibe. Sûcdarkirina bi terorîstiyê fêdeyê li kesî nake.”
Dr. Penteker bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kir û li gelek welatên dinyayê belav bû û li ser vê mijarê bang li rêveberiya Berlînê kir: “Ji bo pêvajoya diyalogê dest pê bike divê hikumeta federal zextê li Tirkiyeyê bike. Bi vî rengî dikare pêşî li dijberiya li hev a nava civakê were girtin û ji bo çalakgerên greva birçîbûnê çareseriyek were dîtin.”
Heyeta IPPNW’ê ku doktor, psîkolog û aktîvîstên aştiyê di nav de hebûn, beriya hilbijartinên xwecihî serdana Şirnex û Cizîrê kiribû. Dr. Gisela Penteker, Dr. Elke Schrage, Ernst-Ludwig Iskenius, Johanna Adickes, Sigrid Ebritsch, Friedrich Vetter, Marit Vahjen, Sara Kokemuller cihê xwe di nava heyetê de girtin. Heyetê li mala Leyla Guven serdana wê kiribû û piştgirî dabû Leyla Guven.