Rayedarên Îranî îdîa dikin, ku bi rêya metalê ûranyûmê ew dixwazin ji bo reaktoreke lêkolînê ya li Tehranê sotemeniyeke pêşketî bi dest bixin.
Lê belê ev yek weke mijareke hesas tê nirxandin, ku metalê ûranyûmê weke yek ji pêkhateyên çeka nukleerî tê bikaranîn. Peymana nukleerê ya sala 2015’an hate îmzekirin, hilberandina metalên plutonyûm an jî ûraynûmê yan jî hilberandin an jî kirîna amêjanên van ji bo 15 salan qedexe dike.
Li gorî peymanê, piştî 10 salan destûr ji Îranê re tê dayin ku ‘di rêjeyeke biçûk a pejirandî’ de, karibe ji bo hilberandina sotemeniya ûranyûmê dest bi lêkolînê bike. Lê belê ev jî bi destûra aliyên din ên peymanê ve girêdayî ye.
Peymana nukleerê sala 2015’an di navbera Îranê û DYE, Çîn, Rûsya, Fransa, Îngilistan û Elmanyayê de li Viyanayê hatibû îmzekirin. Serokê DYE’yê Donald Trûmp di sala 2018’an de bi rengekî yekalî xwe ji peymanê vekişandibû û li dijî Îranê polîtîkaya zexta herî bilind û pêkanîn xistibû meriyetê. Rêveberiya Tehranê jî weke bersivdanê ji sala 2019’an ve sozên ku di peymanê de da qonax bi qonax binpê dike.