Di sîstema demokrasiya lîberal de, yekane saziya ku endamên wê ji hêla gel ve tên hilbijartin û wek nûnerên gel tên dîtin, parlemento ye.
Lê li Îranê parlemento formalîte ye û îdeolojiya mezhebî Şîeya Îslamî û neteweya Fers serdest e û ji demokrasiya lîberal dûr e.
Li gorî qanunên Iranê, namzêdên ji bo parlamenteriyê, divê ji aliyê Encumena Çavdêran ve werê qebûl kirin.
Ew kes jî divê pabendî Wîlayete Feqî û mezheba Şîeya 12mîn bin.
Ev jî tê wateya ku hîna di destpêkê de kesên diçin parlementoyê, nûnertiya rejîmê dikin û nûnertiya gel nakin.
Çavdêrên siyasî jî dibêjin, serokê parlementoyê Mihemmed Baqir Qalîbaf, nêzîkî çil salî karê leşkerî û îstixbaratî kiriye, gendeltirîn kes e û parlemento jî nikarî dosyeyeke têkildarî wî di berjewendiya gel de bi dawî bike.
Erêkirina hîcaba mecbûrî, zextên rejîmê yên li Belûçistan û Kurdistanê û kuştina çalakvan û kolberan û dardekirina kesayetên siyasî, rewşenbîr, mamoste, rojnamevan , hunermend û karkeran ji aliyê vê parlamentoyê ve têne pêkanîn.
Di vê serdemê de jî, Mihemed Baqir Qalîbaf bi piraniya dengan weke serokê parlementoyê hate bijartin.
Ev jî tê wateya ku Parlamentoya Iranê, serdemeke din a kuştin, zext û fişaran li dijî civakên Îranê kar bike.
Car din hilbijartina Qalîbaf, wê bi awayekî otomatîk parlemento heta çar salên din jî bêdeng bike.