Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, fermandarek ji îstixbarata Parastina Hewayî ya rejîmê duh bi rêveberên Îran û Sûriyeyê re civiyane. Civîn li Hec Elî El Cifrî a Dêra Zorê pêk hatiye. 70’ê leşkerên rejîm û Îranê tevlî civînê bûne.

Çavkaniyê anî ziman ku hêzên perexwer ên girêdayî rejîmê li Dîfa El Watanî ya Dêrazorê amadekariyê êrîşê dikin. Çavkaniyê anî ziman ku dîroka êrîşê nediyare.