Duh qonaxa duyemîn ya dorpêça Amerîkayê ya li ser Îranê destpê kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump 8’ê Gulana îsal ragihand ku Amerîka xwe ji rêkeftina ‘Bercam’ ya di sala 2015’an de hatibû îmze kirin kişandiye. Di heman mehê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo stratejiya nû ya Amerîkayê li hember Îranê eşkere kir. Pompeo hişyarî dabû û gotibû, “Eger Îran rêya xwe neguhere ewê dorpêça herî dijwar ya dîrokê li ser pêk bînin.

Qonaxa duyemîn ya dorpêçên Amerîkayê li ser Îranê destpê kir. Têkildarî encamên dorpêçê gelek pêşbînî hene. Ji rêkeftineke din a “atomî” bigire heya “Guhertina rejîma Îranê.” Ji bo careke din hevdîtin di navbera aliyan de çêbibe, Amerîka 12 şert daniye pêşiya Îranê

Şertên Amerîkayê ji bo careke din danûstandin li gel Îranê bike, ji van xalan pêk tê;

Pêwîste Îran hemû detayên leşkerî yên bernameya atomî ji ajansa enerjiyê ya atomê re ragihîne.
*Divê Îran dewlemendkirin û xebatên pêşxistina Uranyumê rawestîne. Ti carî li pey hilberîna Plotonium neçe.
*Îran divê destûrê bide, ajansên navdewletî lêkolîn li ser hemû navend û dezgehên li vî welatî bike.
*Divê Îran xebatên pêşxistina mûşekên balîstîk rawestîne.
*Hemû welatiyên Amerîka û welatiyên welatên dost û hevpeymanên me ku bi tohmeta ku peywendiya wan bi me re hene, hatine zîndanîkirin, serbest werin berdan.
*Divê Îran dest ji piştgirîdayîna komên terorîst yên li Rojhilata Navîn û bi taybet jî Hîzbûllaha Lubnanê, Hamas, Cîhadiyên Îslamî qut bike.
*Divê Îran bi fermî serweriya dewleta Iraqê nas bike, qebûl bike komên Şîe yên çekdarî yên Iraqê werin bêçekirin û fes kirin, her wiha divê dûbare wana rêxistin neke.
*Divê Îran dest ji piştgirîkirina çekdarên Şîe yên Hûsî berde û berbi çareseriyeke siyasî ya aşitîxwazane ve gav biavêje.
*Hemû hêzên çekdarî yên girêdayî Îranê yên li Sûriyê, divê ji vî welatî derkevin.
*Divê êdî Îran li Afganîstanê bes piştgiriya Talîban û komên din yên li seranserê cîhanê bike.
*Divê piştgiriya Şaneya Quds ya Sûpay Pasdaran ji terorîzmê û hevpeymanên çekdarî yên seranserê cîhanê re were qut kirin.
*Divê Îran dawî li tehdîtên xwe yên li hember welatên cîran ku piranî jî hevpeymanên Amerîkayêne bîne. Her wiha divê dawî li tehdîtên têkbirina Îsraîl, mûşekbarankirina Siûdî û Îmarat bîne.

Li gorî gelek çavdêran zehmete ku Îran van 12 şertên Amerîkayê qebûl bike.

Ev dorpêç wê bandoreke çawa li jiyana rojane ya Îraniyan bike?

Îran her ji destpêka dorpêçê de îdîa dike ku wê ev dorpêçên Amerîkayê bandoreke neyînî li aboriya Îranê neke. Alîkarê Serokkomarê Îranê Îshaq Cîhangirî berê niha gotibû ku qonaxa duyemîn ya dorpêça li ser Îranê, wê ti bandoreke xirab li ser welatê wan çêneke. Lê aborînasên Îranê berovajiyê rayedarên Îranê difikirin. Aborînasên Îranê xwe dispêrin detayên bazarê û borsayê û van daxuyaniyên rayedarên Îranê red dikin. Aborînas diyar dikin ku wê bandoreke zehf xirab li aboriya welêt bike. Bûhabûna tiştan, xwarin, rawestandina karên taybet yên pîşesaziyê, zêdebûna rêjeya bêkariyê, pêkhatina enflasyonê bûye sedem ku rasterast jiyana welatiyan bandor bike.

Bilindbûn û daketina bûhayê dolarê, bûye sedem ku bûhayê tiştan zêde bibe û hilberîn kêm bibe. Hinek tiştên weke, “Bûhayê rûn, Makarna, goştê sor, mirîşk, tamata, cûreyên şîr bi awayeke berçav zêde bûye.”

Enflasyon, zêdebûna rêjeya bêkariyê, kêmbûna avê, kêmkirina hawirdekirinê, zêdebûna diraf hiştiye ku aboriya Îranê bikeve bin zexteke cidî û heya niha jî rejîma Îranê nekariye çareseriyek ji vê rewşê re peyda bike. Bi qonaxa duyemîn ya dorpêçê wê ev pirsgirêk kurtir bibin. Eger dewlet çareseriyek ji bo van pirsgirêkan peyda neke, gelê Îranê wê neçar bimîne ku sofreya xwe biçûktir bike

Ji bo pêşeroja Îranê her çend gelek pêşbînî hene jî lê beşek ji çavdêrên siyasî dibêjin ku ji bo bêjin pêşerojeke wisa li benda Îranê ye zûye, divê hinek din li bendê bimînin.