Piştî ku Donald Trûmp welatê xwe ji nava Peymana Nukleerê ya sala 2015’an vekişand û pêkanîn li ser Îranê ferz kir, rewşeke nediyar rû da. Ev rewşa nediyar bi helwesta Joe Bîden ve girêdayî ye ku meha derbasbûyî dest bi wezîfeyê kir.

Ji bo vê peymanê ku navendên nukleerê yên Îranê pêşkêşî kontrolkarên navneteweyî tê kirin, ji bo bi rêbeberiya Bîden re ji nû ve bê nirxandin kar tê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf ji CNN Înternatîonalê re axivî û diyar kir ku Yekîtiya Ewropa (YE) karên têkildarî peymanê dikare kontrol bike. Zarîf pêşniyar kir ku menakîzmayeke nû bê avakirin û ev yek jî divê ji bo vegera DYE û Îranê li peymanê û koordînekirina vî karî be.

Zarîf îdîa kir ku Komîserê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê yê ji Têkiliyên Derve û Ewlekariyê Berpirsyar Josep Borrell dikare vê wezîfeyê bi cih bîne.

Serokê nû yê DYE’yê Joe Bîden ku 20’ê Çileyê dest bi wezîfeyê kir, soz dabû ku ew dikare li peymana ku pêşî li çêkirina bombeya atomê digire, vegerin. Lê belê Îranê salên dawî bi bahaneya helwesta Trûmp rêjeya ûranyûma dewlemendkirî zêde kir ku ev yek jî dikare danûstandinan zehmet bike.