Serokê Enerjiya Atomê ya Îranê Mûhammed Eslamî got, “Me 120 kîlo derbas kir. Bi me re zêdeyî vê hejmarê heye. Gelê me jî baş zane ku wan (Rojavayî) diviyabû sotemeniya bi rêjeya ji sedî 20 dewlemendkirî bida me ku me li reaktora Tehranê bi kar anîbûya, lê belê nedan.”
Eslamî ji televîzyona dewletê re axivî û got, “Eger hempîşeyên me hilnebirandana bi rengekî xwezayî wê ji bo reaktora me ya Tehranê pirsgirêka sotemeniyê hebûya.”
Li gorî texmînên dawiya meha Tebaxê, stoka Tehranê ya ûranyûma ji sedî 20 dewlemendkirî gihîştibû 84.3 kîloyî. Ev jî ji aliyê teorîk ve ew ast e ku îzotopên tibî yên di teşhîskirina kanserê de têne bikaranîn, bêne hilberandin.
Meha Nîsanê jî dewleta Îslamê gihîşt ji sedî 60 ê dewlemendkirina ûranyûmê û 10 kîlo di vê astê de hilberand. Bi vî rengî gihîşt nêzî dewlemendkirina ji sedî 90’î ku ji bo hilberandina bombeya atomê pêwîstî pê heye.