Piştî ku Jîna Emînî ji hêla hêzên Îrşadê di 16’ê îlona 2022’an de hate qetilkirin, li seranserê Îranê çalakiyên bi druşma “Jin jiyan azadî” hatibûn destpêkirin.
Der barê du çalakgerên ku tevlî van çalakiyan bûn de, biryara cezayê darvekirinê hate dayîn.
Çalakger Belûcî Farshid Hassanzahi (25) û Jamshid Hassanzahi (29) dema çalakiyan dom dikirin, di 25 Mijdara 2022’an de, hatin binçavkirin.
Her du kes di dema binçavkirinê de bi îşkenceyên giran re rû bi rû mabûn û ji mafên xwe yên parêzeran jî bêpar hatibûn hiştin.
Di runiştina Dadgeha Zahedanê ya li ser înternetê de jî hatiye parvekirin, der barê her du girtiyan de biryara darvekirinê hat dayîn.
Her wiha;
Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re bi taybet zexta mezin a li ser jinên rojnamevan jî didome. Gelek rojnamevanên jin ji dema serhildanê ve hatine girtin, hê jî girtî ne.
Herî dawî dewleta Îranê derbarê rojnamevan Nilufer Hamedî û Elaha Muhammadî 13 sal ceza birî.
Her du rojnamevan qetilkirina Jîna Emînî ji cîhanê re ragihandibûn.