Zêrevanên Şoreşê yên Îranê ragihandin, wan firokeyeke hewayî ya bêmirov a sîxûrî ya DYE’yê li ser xakên Îranê anîne xwarê.

Li gorî medyaya  Îranê Zêrevanên Şoreşê ragihandine wan amûra hewayî ya bi modêla Global Hawkê pêrşemê anîne xwarê.

Hate gotin amûr li eyaleta Hurmuzganê, li herêma peravê ya li pêşberî çiyayê Mubarekê anîne xwarê.

Zêrevanên Şoreşê gotin amûra sîxûr piştî ku qada hewayî ya Îranê derbas kirine bi moşekê anîne xwarê.

Li gorî televizyona dewletê ya Îranê ev qad li lengergeha Caskê ya di ser deryaya Omanê re ye. Heta niha têkilî amûra hewayî ti dîmen nehatine parvekirin.

LI GORÎ DYE’YÊ LI QADA HEWAYÎ YA NAVNETEWÎ HATE XISTIN

Rayedarekî Emerîkî ku ji Reutersê re axivî, got amûra hewayî ya bêmirov, li ser tengava Hurmuz, li qada hewayî ya navnetewî bi moşekeke ji bejahiyê ber bi hewayê ve hatiye xistin. Li gorî rayedarekî Emerîkî amûra hewayî ya bêmirov droneyeke bi tîpa MQ-4C Trîton e, a fîloya Emerîkayê ye.