Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê,  bi hilgêra bi navê Kassîdê ya Hêzên Ezmanû Fezayê ya Zêrevanên Şoreşê, peyka leşkerî ya duyan a bi navê Nur-2 şandine fezayê û bi rengekî serkeftî 500 km li bilindahiyê bi rengekî serkeftî hatiye bicihkirin.

Zêrevanên Şoreşê li ser malpera fermî Seph Newsê Nur-2 bi rengê ‘peyka keşfê’ pênase kir.

Îranê cara pêşî sala 2020’an peyka leşkerî Nur-1 şandibû fezayê.

DYE’yê ev şandina peykê weke delîl nîşan dabû ku bernameya fezayê ya Îranê ji bazirganiyê wêdetir bi armanca leşkerî ye.

Sepah Newsê ragihandku peyka Nur-1 ‘hê jî sazkar e”.