Li gorî malpera înternetê ya Mûxafizên Şoreşê ku artêşa îdeolojîk a Komara Îslamî ye Sepahnewsê, peyka ku navê “Nûr” lê hatiye kirin, sibeha Çarşemê hate şandin. Hate ragihandin ku peyk ji çola Markazî hatiye şandin.

Rêveberiya Washîngtonê diyar dike, ku Tehran bi rêya şandina peykê dixwaze hêza xwe ya li qada fuzeyên balîstîk biceribîne.

Mûxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin, peyk bi 425 kîlometreyî li dora dinyayê bi cih bûye.

Îranê mehên dawî gelek caran hewl da peykê bişîne, lê her carê bi ser neket. Herî dawî di meha Sibatê de peykê bi navê Zafer 1 şandibû, lê serketî nebû.