Delîla Meyaser, yek ji lehengên Tevgera Azadiya Kurd e ku li ser wê pirtûk hatiye nivîsandin. Şehîd Delila Meyaser “Şenay Goçer” li dijî barbariya dewleta Tirk, ku li dijî gelê Kurd siyaseta inkar û tunekirinê dimeşîne, di sala 1999an de tevlî nava refên Gerila dibe.
Delila Meyaser, hem wek Gerila, hem wek hunermende tê naskirin.

Delila Meyaser, di sala 1981ê de, li navçeya Amedê Farqîn ji dayik bûye û di sala 1999an de tevlî gerîlla bû. Piştî, bi komploya navneteweyî û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Delîla Meyaser û xwişka xwe dest bi greva birçîbûnê dikin

Xwişka Delîla, Şirwan wê serdemê wiha tîne ziman: “Dîlgirtina Serok Apo, bandorek mezin li me kir û me biryar da ku biçin serê çiyan”…Delîla jî her dem digot: “Mirovekî gelekî bi aqil û zîrek e”, piştî wê jî, ew û sê kesên din, weke komek 4 kesî derketin serê çiyan û tevlî nava refên Gerila bun.

Şîrwan dibêje, “Dengê Delila xweş bû û ji zarokatiya wê ve, aliyê wê yê hunerî hebû. Evîna wê ya dengbêjiyê, di dema Gerilatiya wê de jî dewam kir. Rêveberiya Haraketa Azadiya Kurd, xwest in wê bişînin Ewropa û di baskê muzîka Kurdî de rola pêşengiyê bike. Lê Deilîla Meyaser got, “Meskenê min çiyan e, çiya ” û neçû Ewropa.
Rejîsor Halîl Dag, belgeselekê Delîla, bi stran çêkir. Ev klîb di Youtube de, rekoran dişkîne.
Delîla Meyaser dibêje:
Serê mim çiya, pora min berf e
Bayên min yên dîn hene
Newal ji min re teng in
Meskanê min çiya ne, çiya
Hunermendê şoreşger “Delîla Meyaser” di 24ê Tebaxê 2007an di naçeya Şirnexê Qilebanê şehîd bû.

Hunermenda Tirk Sezen Aksu jî, piştî li dengê Delilal Meyaser guhdarî dike, dibêje, “bandorek mezin li min kir”. Her wiha Hasan Cemal, nivîskarê pirtûka “Delila-Rojnivîsên Jineke Ciwan ya Gerila li serê Çiyan”, dibêje, “eger kultura min, nasnameya min û hebûna gelê min jî hatibana inkar kirin ezê jî biçima serê çiyan.”