Rêveberiya PYD’ê û endama Desteya Rêveber a KONGRA GEL Meysa Bakîr (Şîlan Kobanê) li gel hevalên xwe Zekerya Îbrahîm (Zekerya Toros), endamê Koordînasyonê yê PYD’ê Hîkmet Tokmak (Fûat) û endamên PYD’ê Heci Cumalî (Ciwan Kobanê) û Nebû Alî (Cemîl Kobanê) dema di ser Başûr re hewl dan derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, di 29’ê Mijdara sala 2004’an de li derdora Mûsilê di encama komployekê de hatin qetilkirin.