&- Îro 172 cenazeyên Enfalê li Çemçemalê werin veşartin.

Cenazeyên 172 qurbaniyên Enfalê îro ji bo Herêma Kurdistanê re bên şandin.

Cenaze dê bi merasîmekê li Monomenta Enfalê ya li navçeya Çemçemal bên veşartin.

Hejayî bi bîr xistinê ye ku ev cenaze di Adara 2019’an de li gorên komî yên Semawe hatibûn dîtin.

Ev çar sal û nîv e li Tiba Edlî ya Bexdayê dihatin ragirtin.