Di ser şehadeta Dr. Sîrwan ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû qetilkirin re 22 sal derbas bûn, lê hîn jî li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka yekîtî, parçebûn û netewî nehatiye çareserkirin, Kurd dîsa dibin qurbaniyên polîtîkayên hêzên derve.

Îro 22. Salvegera şehîdbûna pêşengek û şoreşgerekî netewî yê Başûrê Kurdistanê ku bi destê PDK’ê hatiye şehîd xistin, Dr. Sîrwan (Kawa Elî Salih) e. Dr. Sîrwan di sala 1964’an de li gundê Çemîle yê navçeya Şarbajêr ya ser bi bajarê Silêmaniyê ji dayik dibe.

Dr. Sîrwan di sala 1984’an de li Bexda beşa zanist û zimanê Iıngilîzî diqedîne. Di sala 1994’an de weke rojnameger û nivîskarek di rojnameya Welat de dest bi kar dike û di pêşxistina rojnameyê de rolek girîng dilîze. Bi boneya salvegera şehîd bûna Dr. Sîrwan birayê wî Yasîn Elî behsa jiyan û têkoşîna şoreşgerê netewî dike û dibêje, “Di 16 saliya xwede dest bi xebat û têkoşîna netewî kir.”

LI EWROPAYÊ ERNK’Ê NAS DIKE

Şehîd Dr. Sîrwan naskirina xwe ya ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê li saheya Ewropa bi rêya Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê (ERNK) re çêdibe. Ji ber naskirina xwe ya bi PKK’ê re biryarê dide ku derbasê Sûriyê bibe û perwerdeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne. Yasîn Elî li ser naskirina Dr. Sîrwan a bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re jî wiha got, “Li saheya Ewropa bi rêya ERNK’ê têkoşîna azadiya Kurdistanê nas kir û di dawiya salên 1990’an de bû endamê ERNK`ê. Dr. Sîrwan dema li Amsterdamê bû biryar da ku di perwerdeyeke Rêberê Gelê KUrd Abdullah Ocalan re derbas bibe.”

Yasîn diyar kir ku Dr. Sîrwan piştî li Sûriyê perwerdeya Ocalan dît biryar dide ku careke din vegere Başûrê Kurdistanê û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê li welat bidomîne. Yasîn wiha behsa vegera Dr. Sîrwan dike; “Piştî perwerdeyê biryar da ku vegere Başûrê Kurdistanê. Wê demê jî rewşa Başûrê Kurdistanê gelek xirab bû û ji bilî Dihok, Hewlêr û Silêmanî hemû xaka Başûr ketibû destê hêzên rejîma Baas’ê de.

Dema ku vegeriya Başûrê Kurdistanê di sala 1991’an de, li Xakurkê li gel çend hevalên xwe Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) avakirin. Di wê salê de Raperîna mezin ya Başurê Kurdistanê destpê kir û Dr. Sîrwan jî di wan raperînan de weke pêşeng cih girt. Di şerek li herêma Germiyanê ya li dijî rejîma Baas de bi giranî birîndar bû.

Di sala 1995’an de amadekariyê avakirina Yekîtiya Nîştimaniya Demokrata Kurdistanê(YNDK’ê) dike. Di heman salê de YNDK dibe yek ji aliyekî siyasî yê Başûrê Kurdistanê. Wê demê YNK û PDK hebûn, YNDK jî bû aliyê sêyemîn yê Kurd. Dr. Sîrwan jî bû sekreterê YNDK’ê. Wê demê ji ber YNK ji nava bajaran derketibu û li ser sînorên Iraq û Îranê bi cih bûbû, Silêmanî di destê PDK’ê de mabû. Jiyana welatiyan jî di wê demê de pir xirab bû û ti garantiyek ya jiyana gel nebû. Ji ber wê çendê Dr. Sîrwan û çend hevalên xwe li çemê Rêzan bi cih bûn, ji bo cesaret û baweriyê bidin gel. Pêşmergeyên PDK yên ji çar aliyan ve wan dorpêç kirin. Lê tevî hemû guftugoyên di navbera wan de jî, di 4’ê Cotmeha sala 1996’an de carekê din pêşmergeyên PDK`ê Dr. Sîrwan û çar hevalên wî yên bi navê Hacî Qamişloyî, Baban, Diyar Mêrdînî û Egîd Germiyanî şehîd xistin.”