Îro ji bo piştgiriya berxwedana YPJ’ê bi hezaran şêniyên kantonên Qamişlo û Kobanê dê di çarçoveya rêzeçalakiyên xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de meşan li dar bixin.
Meşên ku dê bi hezaran şênî tev lê bibin, dê di saetên nîvro de li navçeyên Tirbespiyê, Amûdê, li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê û bajarê Kobanê yê herêma Firatê de li dar bikevin.
Dê di çalakiyan de piştevaniya şervanên YPJ’ê bê kirinn û pankartên xebatên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan; “Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” bên hildan.
(fr)