Di dîmen de tê dîtin, ku gerîla pêşî cihê eskerên Tirk yek bi yek tespît dike.
Paşê di kameraya termal a gerîla de, hêzên gerîla xuya dikin.
Gerîla berê xwe didin nav çeperên dagirkeran.
Û operasyona şoreşgerî ya ji 5 milan ve destpê dike.
Çawa operasyon destpê dike, hêzên gerîla bi çekên sekvanî, navîn û giran li dagirkeran dixin.
Gerîlayên Kurdistanê li ser hev li dagirkeran dixin û banga teslîmbûnê li eskerên Tirk dike.
Piştre gerîla hem dikevin nava çeperên dagirkeran, hem jî bi çekên sekvanî li wan didin.
Hêzên gerîla diçin ser 12 cenazeyên eskerên Tirk û bi giştî zelal dikin, ku 18 dagirker hatine kuştin.
Dest datînin ser gelek sîleh, kelûpelên leşkerî yên artêşa Tirk û vedigerin çeperên xwe yên berxwedanê.