Pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî” bi têkoşîn û xebateke piralî dewam dike.

Yek ji qadên ku xwedî têkoşîneke aktîfe qada huqûqê ye.

Huqûqzan wê îro li paytexta Belçîka Brukselê di vî warî de konferanseke girîng lidar bixin.

Konferans bi sernavê “Tecrîd, Kirinên Xirab û Êşkenceya li Zindanan” pêk tê.

Ji aliyê Huqûqzanên ji bo Mafê Mirovan û Demokrasiyê yên Ewrûpayê, Huqûqzanên Demokrat ên Ewrûpayê û Komeleya Huqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî ve tê organîzekirin.

Endamê Parlemena Ewrûpayê Massîmîlyano Smerîgliyo ji bo konferansa li Parlemena Ewrûpayê malovaniyê bike.

Wê saet 13:30an destpê bike û heta saet 17’an dewam bike.

Hevseroka MAF-DAD’ê Heyke Geyswed wê axaftina pêşî ya konferansê bike.

Serokê AED’ê Juan Prosper, Serokê ELDH’ê Urko Ayarza Azûrtza,

Serokê berê yê CPT’yê Maûro Palma jî wê di konferansê de biaxivin.

Di konferansê de wê mijarên weke mînakên li Ewrûpayê, Tirkî û Zindana Îmraliyê, bên nîqaşkirin.

Endamê Buroya Huqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç jî wê di konferansê de bi berfirehî qala pergala êşkenceyê ya Îmraliyê bike.