Şewata Sînemaya Amûdê, di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e. 58 sal berê weke îro li sînema Amûdê ji 283 zarokên Kurdan bi saxî hatin şewitandin.
Di dîroka mirovahiyê de mînakên hovitiyeke wiha gelekî kêm in.
Di roja 13.11.1960an de ji bo alîkarîya Şoreşa Cezayirê, li Rojavayê Kurdistanê rêveberên bajarê Amûdê yê rejîma Beasê li gor biryara dewleta Sûrîyê, hemû xwendekarên dibistanên seretayî mecbûr dikin da ku biçin sînemayê li fîlmê “Cerîmet Nisif el Leyl” (Cerîmeya Nîvê Şevê) temaşe bikin.
Salona ku ji bo 200 kesî ye nêzîkî 500 zarokên kurdan tê de bi cih dikin. Piştî ku hemû zarok dikevin hundurê sînemayê, leşkerên Sûrîyê derî digrin û agir bi sînemayê dikeve. Dema ku zarok şewateyê dibînin yekser berê xwe didin deriyê derketinê. Lê mixabin derî ji derve de hatine girtin û dengê zarokan û pêtên agirê sînemayê bi ax û fîgan berbi asîmanê ve dihere.
Di vê karesatê de ku bi navê ”Agirê Sînema Amûdê” tê zanîn, 283 zarokên kurdan dişewitin
Rejîma Baasê jî dîdîa kir ku, agir ji ber elektrîkê derketiye. Kurd jî, Agirê Sînema Amûdê, wek semboleke zilm, qirkirin û dagirkeriya li ser gelê Rojavayê Kurdistanê qebûl dike.
Li sînemaya Amûdê 283 zarokên ku temenê wan di navbera 8 û 14 salî de jiyana xwe ji dest dan. Li Amûdê piştî vê komkujiya 1960’an êdî carek din sînema nehat avakirin.Kaynak: Piştî komkujiya Sînemayê li Amûdê sînema nehat avakirin. Piştî bûyerê li şûna Sînemayê Parka Baxçeyê Peqrewan hat avakirin. Pişti bûyerê peykerê Mıhemed Said Axa ku di komkujiyê de 10 zarok ji şewatê rizgar kirin hat çikilandin.