Hevserokê ANYAKAY-DER’ê Şehmûs Işik ragihand ku êrişên li dijî cenazeyan beşek ji konsepta şer e û destnîşan kir, nabe ku li gorî konjonktura siyasî nêzîkatî li cenazeyan bê kirin.

Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatoliyê (ANYAKAY-DER) Şehmûs Işik êrişên li dijî goristanan û cenazeyan ji ANF’ê re nirxand.

Işik anî ziman ku xerakirina Goristana Garzanê, revandina cenazeyan beşek ji konsepta şer e û diyar kir ku bi qedandina “pêvajoya çareseriyê” re li mejiyê berê vegeriyane. Işik bi bîr xist ku êrişek mîna êrişa li dijî goristana li Garzanê beriya cejnê li dijî goristaneke li Licê hate kirin û ragihand ku bi şewitandina qada daristanî re goristan jî hate şewitandin.

‘HER CENAZEYÊN TÊN HIŞTIN, ÊŞKENCEYA LI MALBATÊ YE’

Işik destnîşan kir ku ev êriş ji bo mezinkirina travmayên malbatan û bêkesayetkirina wan e û ragihand ku dewlet bi vê rêbazê dixwaze bîranînên berê ji holê rake.

Işik diyar kir ku ew bi xwe her roj di vê mijarê de serlêdanan dikin û got, “Di bin navê testa DNA’yê de neda cenazeyan, revandina cenazeyan bi rengekî neqanûnî, hiştina cenazeyan li Saziya Tipa Edlî û morgan, ji bo malbatan êşkence ye. Gelo şandina cenazeyê Agît Îpek bi rêya kargoyê ji bo malbata wî tê çi wateyê? Divê civak li ser vê bifikire.”

‘PIŞTÎ MIRINÊ DIJMINATÎ NAMÎNE’

Işik bi bîr xist ku mirovek dema dimire dijminatî yan jî têkoşîneke xwe namîne û destnîşan kir ku ev zilma li malbatên xwediyên cenazeyan tê kirin, nayê qebûlkirin.

Işik ragihand ku dewlet bi vê helwesta dijminane ya li dijî goristanan û cenazeyan vê peyamê dide gelê Kurd; “Ez maf nadim we ku hûn şînê jî bigirin, ez cenazeyên we jî nadim we ji ber ku ez bi her awayî li dijî we şer dikim.”

Işik anî ziman ku êrişa li dijî cenazeyan û goristanan di ti çand û olî de nîne û nabe ku li gorî konjonktura siyasî nêzîkatî li cenazeyan bê kirin.