Îsmet Argul, di sala 1993’yan de li navçeya Bismilê ya Amedê hat binçavkirin û girtin.
Paşê cezayê muebedê lê hat birîn.
Argul piştî 30 salan duh ji Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê ya Jimara 2’yan a Tîpa T’yê tehliye bû.
Argul, ji hêla malbat û endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TÛHAY-DER) a Amedê ve li welatê xwe Bismilê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Argul di 30 salên girtîgehê de li Amed, Dîlok, Bartin, Kandira û Bandirmayê di girtîgehê de maye.
Argul duh dema ji girtîgehê derket wiha gotibû:
“Ez 30 salan di hepsê de mam. Ez bi awayek serbilind ji girtîgehê derketim.”