Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Iranê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê şevê din, li Şamê konsolosxaneya Iranê bombekir, 2 general di nav de 7 kes hatin kuştin
Ajansa TESNÎM da zanîn, konsolosaxaneyê xisareke mezin dîtiye û got: Di encama bombebaranê de fermandarê Muhafizên Şoreşê Tuğgeneral Muhammed Riza Zahidi, Tuğgeneral Muhammed Hadi Hac Rahimi û 5 kesên ji rêveberiya konsolosxanê hatin kuştin.
Ajansa Surî SANA jî got: sefareta Iranê li taxa Mezze bû, şevê din ji aliyê hêzên hewayî yên Israîlê ve hate bombekirin.
Tevî sefaret bi sîstema parastina hewayî dihate parastin jî, avahî û avahiyên li dora wê gelek xisar dîtine.
Kesên jiyana xwe ji dest dane, Hüseyin Emanullahi, Mehdi Celaleti, Muhsin Sadakat, Ali Aga Babayi û Ali Salihi Ruzbehani ne.
Konsolosê Iranê yê li Şamê Hüseyin Ekberi got: Îsraîl bi balafirên F-35, kosolsoxaneya me bombekir, Iran ê wê bersiva van êrîşan bide û hesab biprise.
Wezîrê Karên Derve yê Şamê Faysal el-Mikdad pîştî êrişê çû sefareta Îranê û bersiv da pirsên rojnamevanan û got; Kuştina mirovên masum, tê wateya êrîşên terorî, em Israîlê şermerzar dikrin.
Berdevekê Wezareta Karên Derve ya Emerîka Matthew Miller jî di birîfînga rojane de got; Di demeke ku Israîl bi dewletên cîran re hevdîtin dikirin, êrîşek wiha bê sebeb çênabe, Lê agahiyên berfirêh di destên me de nînin.