Artêşa Îsraîlê diyar kir ku balefireke şer a Sûkhoî ya Sûriyeyê 2 kîlometreyan ketiye qada hewayî ya Îsraîlê û wan bi fuzeya Patrîotê li balefirê dane.

Piştî vê daxuyaniyê pergala parastina hewayî ya Îsraîlê hate çalakkirin û li herêmên sînor ên Golanê dengê sîrenan hatibû.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê ya li Sûriyeyê, Îsraîlê fuzeyek avêtiye balefira ku li qadê li ‘terorîstan’ digeriya.

Rayedarekî leşkerî yê Sûriyeyê ji ajansa nûçeyan a Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku balefira ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di operasyonê de bû, li qada hewayî ya Sûriyeyê bûye hedef.