Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku bersiv ji êrîşa bi roketan a li ser beşê desteserkirî yê herêma Golanê re hatiye dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, roket ji herêmeke li Sûriyeyê hatiye avêtin û bi topan û droneyekê bombardûman li wê herêmê hatiye kirin.

Çavkaniyekî leşkerî yê Sûriyeyî ji Ajansa Nûçeyan a SANA’yê re axivî ku ser bi hikumeta Şamê ve ye û êrîşa Îsraîlê piştrast kir.

Çavkaniya leşkerî got, “Îro serê sibehê saet di 05:00 de ji Golan a di bin dagirkeriya Îsraîl a dijmin de ye, êrîş li ser gelek qadên li başûr hate kirin.” Heman çavkaniyê diyar kri ku di êrîşê de xisara madî rû daye.

Rojên dawî li Rojhilata Navîn şerê navbera Îsraîl û Fîlîstînê jinûve giran bû. Roja Înê di du êrîşên li ser Îsraîlê de sê kes miribûn.

Ji destpêka meha Çileyê û vir ve di şerê navbera Îsraîl û Fîlîstînê de herî kêm 92 Fîlîstînî, 18 Îsraîlî, Ûkraynayiyek û Îtalyayiyek mirin.