Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê ku ajansa fermî ya Sûriyê ye, Israîlê li girên Golanê Kuneytra bi moşekan kir hedef.

Hate ragihandin êrîş saet derdora 00:30’an pêk hat. Serkaniyeke leşkerî ku ji Sanayê re axivî diyar kir ji ber êrîşê ziyaneke mezin a madî çêbûye. Zêdetir agahî neda.

Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê jî diyar kir piştî êrîşa li ser eniyên leşkerî li bajarê Kuneytrayê teqîn çêbûne.

Israîl ji serê sibatê û wir ve ev cara 3’yan e ku Sûriyê bombe dike. 17’ê Sibatê li bajarê Zakiye ya li başûrê Şamê cihekî leşkerî û 9’ê Sibatê jî li dijî bataryayên balafirişkên êrîş anîbû.

Ji şerê navxwe yê li Sûriyê sala 2011’an û wir ve Israîlê li ser erdên Sûriyê hêzên rejîma Şamê, Hîzbûllahê û hêzên Îranê bi sedan caran kiriye hedef.