Li Îtalyayê ji ber vîrûsa Korona hejmara qurbaniyan gihîşt 463 kesî. Bi giştî 9 hezar û 172 ks bi vîrûsê ketine. Serokwezîr Gîûseppe Conte diyar kir ku wan tedbîrên nû û xurtir girtine ku welêt bi temamî eleqedar dikin.
Conte bal kişand ser “herêma sor” ku beriya niha li herêmên bakurê welêt hate ragihandin û got, “Êdî herêma sor nîne. Herêma 1’emîn, herêma 2’emîn nîne. Îtalya bi temamî herêmeke di bin parastinê de ye.”
Li temamiya welêt ji nava 53 hezar û 826 kesên ku testa vîrûsa Koronayê li wan hate kirin eşkere bû ku 9 hezar û 172 kes bi vîrûsê ne. 733 kesên bi vîrûsê jî di servîsa lezgîn de ne.
Ji 463 kesên jiyana xwe ji dest dan 44 ji sedî di navbera 80-89 salî, 31 ji sedî di navbera 70-79 salî, 14 ji sedî di ser 90 salî re, 10 ji sedî di navbera 60-69 salî û 1 ji sedî jî di navbera 50-59 salî de bûn.
LI GIRTÎGEHÊ SERÎ HILDAN
Li hin girtîgehên welêt serhildan rû dan. Girtiyan hevdîtinan ku di çarçoveya tedbîrên dijî vîrûsa Korona de hatin betalkirin protesto kirin û bi hinceta ku vîrûs dikare li girtîgehên din belav bibin efû bê ragihandin.
Li Mîlano, Roma, Napolî û gelek bajarên din li 27 girtîgehan serhildan rû dan.
Di îsyana li bajarê Modenayê de 6 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li Foggîayê nêzî 50 girtî ji girtîgehê reviyan û 30 ji wan piştre hatin girtin. Lêgerîna li 20 kesên din dewam dike.
TEDBÎR Û QEDEXE
Li gelemperiya Îtalyayê ji bilî neçariyê wê destûr ji ger û geştê re neyê dayin. Li tevahiya welêt ku nifûsa xwe 60 milyon kes e, ji îro û pê ve wê sînema, şano, muze û deverên mîna wan ên cemaweriyê bên girtin, kombûna li hev a mirovan bê qedexekirin û merasîmên cenazeyan jî bên betalkirin. Li gorî biryarnameyê wê dibistan heta 3’ê Nîsanê girtî bin û pêşbirkên sporê bên rawestandin.
Piştî Çînê herî zêde li Îtalyayê mirov ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dan.