Hikumeta Îtalyayê, ji ber şewba vîrûsa Koronayê piştî ku welat bi temamî xist karantînayê, ji bilî dikanên xwarinê û tenduristiyê, hemû firogeş girt.

Serokwezîr Gûîseppe Conte diyar kir ku sektora tenduristiyê û belavkirina xurekê ne di nav de hemû firoşgeh, bar, restorantan digirin.

Conte anî ziman ku wê bandora vê hewldana mezin di nava 15 rojan de bibînin.

Serokwezîr roja Sêşemê welatê ku nifûsa xwe 60 milyon e xistibû karantînayê. Di vê çarçoveyê de ger û geşt û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Serokwezîrê Îtalyayê diyar kir ku bi vê yekê re wê wesayitên veguhastina giştî ranewestin, bi şertê ku tedbîrên pêwîst werbigirin wê hilberîna li pîşesaziyê û febrîqeyan jî bidome.

Serokwezîr got, “Ne pêwîste ku mirov ber bi firoşgehên xurekê bibezin” û bang li welatiyan kir.

Îtalya piştî Çînê ew welat e ku herî zêde ji ber vîrûsa Koronayê qurbanî da. Li gorî bîlançoya roja Çarşemê 12 hezar û 462 kes bi vîrûsê ketin û 827 kesî jiyana xwe ji dest dan.

LI DANÎMARKAYÊ JÎ DIBISTAN HATIN GIRTIN

Li Danîmarkayê jî biryar hate wergirtin ku dibistan û zanîngeh hemû bên girtin. Ji bo karmendan hemûyan derfet tê dayin ku ji dûr ve bixebitin. Karmend bi vî rengî şandin malê. Her wiha xwepêşandanên zêdeyî 100 kes tevlî bibin hatin qedexekirin.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BANG KIR

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres jî li dijî pandemiya vîrûsa Koronayê bang kir ku hewldan tavilê bên zêdekirin. Gûeterres got, “Ji hikumetan hemûyan dixwazin ku hewldanên xwe tavilê bikin du qat. Ev krîz her kesî eleqedar dike, lewma roleke her kesî heye ku karibe bilîze.”