Îtiraza ji bo biryara tehliyeyê ya ji bo Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hate redkirin.
20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ya ji bo tehliyeya Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş red kir.
Dadgehê ragihand ku di biryara ji aliyê 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ve hatî dayîn de ti aliyekî li dijî qanûnan tuneye.