Şervana MLKP’ê Îvana Hoffmann bi nasnav Avaşîn Têkoşîn Guneş ku 7’ê Adara 2015’an li bajarê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê di şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû, bi wesîleya rojbûna xwe ya sala 25’an li ser gora xwe hate bîranîn.

Îvana Hoffmann ku di şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê de 7’ê Adara 2015’an şehîd bû, bi wesîleya rojbûna xwe ya 25’an li ser gora xwe hate bîranîn.

Hevrêyên wê û Kurdistaniyan serdana gora Îvana Hoffmann kirin û qurnefîl danîn ser gora wê.

Hoffmann ku 1’ê Îlona 1995’an li bajarê Emmerîch ê Elmanyayê ji dayik bû, di 7’ê Adara 2015’an de di şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû.

Piştî ku find li ser gora wê hate vêxistin û qurnefîl hate danîn, di şexsê Îvana Hoffmann de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna dijî faşîzm û emperyalîzmê deqeyek rêz hate girtin.

Di axaftinan de hate ragihandin ku Hoffmann di temenê xwe yê kurt de jiyaneke bi rûmet bi cih kir û ew ê jî vê yekê bikin mînak.