Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) der barê greva birçîbûnê ya Zeyneb Celaliyan û 9 jinên din ên girtî ku dijî zextên rayedarên girtîgeha Xoy a girêdayî parêzgeha Urmiyê destpê kirine, daxuyaniyek piştgiriyê da.

Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî dan greva birçîbûnê ya girtiya jin a Kurd Zeyneb Celaliyan û 9 jinên din ên girtî di 30’ê Tîrmehê de dijî zextên rayedarên girtîgeha bajarê Xoy ê girêdayî parêzgeha Urmiyê, destpê kirine.

Di daxuyaniya Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) de greva birçîbûnê ya Zeyneb Celaliyan û 9 jinên din hate silav kirin û wiha hate gotin; “Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şoreşek demokratik a bi hêza xwe ya cewherî pêş dikeve, weke li Rojava, her roja diçe wê pêş bikeve, di serî de jin wê faşîzma Îranê hilweşînin û bigehe azadiyê.

Greva birçîbûnê ya hevrê Zeynep û 9 jinên girtî û biryara darvekirinê ya derbarê Penahî de, ji bo me bangekek pir zelale. Pêş niha 10 salan jinan çewan li dora hevrê Zeynep xeleka piştgiriyê çêkirin, biryara darvekirinê rakirin, îro carek din divê ji bo tevahî girtiyên siyasî yên li Îranê vê xelekê carek din çêkin. Em weke hêzên têkoşîna azadiya jinê di serî de jinên şoreşger û sosyalist li gel tevahî gelên Rojava Kurd, Ereb, Aşûrî, Ermenî, Sûryanî û Turkmen, pêwîste xwedî li hevrê Zeynep û hevrêyên wê derkevin.”