Di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de 111 parlamenter hatin hilbijartin. Ji vane bi giştî 36 parlamenter jê jinin.
Komîsyona Hilbijartinên Herêma Kurdistanê duh bi şev encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên di 30’ê Îlona 2018’an de pêkhatîn, eşkere kir.
Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 30’ê Îlona 2018’an de pêkhatin. Bi giştî 29 partiyên siyasî tevlî hilbijartinan bûn. Bi giştî 773 namzet ketin pêşbirkê, ji vane 111 namzet mafê parlamenteriyê qezenç kirin û bûn parlamenter. Herwiha di hilbijartinan de 241 jin jî namzetiya xwe danîbûn. Ji vane jî bi giştî 36 jin di hilbijartinan de karîn mafê parlamenteriyê bidest bixin.
Di parlementoya Herêma Kurdistanê de ku sedî 25 kotaya zayend heye. Ji ber wê di dema hilbijartinan de û diyarkirina namzetan de jî ev rêje divê berçav were girtin, eger neyê girtin jî divê ji aliyê komîsyon ve ev hevsengî were çêkirin. Di dema çaremîn a parlementoyê ku derbasbû de jî 34 jinên parlementer hebû. Di van hilbijartinan de 2 jin zêde bûye.
Rêjeya parlamenterên jin dinava partiyan de:
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)’ê di hilbijartinan de karîn 45 kursiyan bi dest bêxin û ji vane 14 parlamenter jinin.
Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK)’ê 21 kursî bi dest xist. Ji vane 7 namzetên jin bûn parlamenter.
Tevgera Goran 12 kursî bi dest xist, 4 endamên parlamenter jinin.
Nifşê Nû bi giştî 8 parlamenter derxist, ji vane 2 parlamenter jinin.
Komele 7 parlamenter derxist, ji wane jî 2 jê jinin.
Lîsteya Eniya Îslah bi giştî 5 parlamenter anî, ji wana 2 jê jinin.
Herwiha ji kotayan, ji Lîsteya Hevpeymana Yekîtiya Netewî, Lîsteya Geşepêdana Tirkmenan û Encemena Gel a Kildanî-Suryanî jî, 5 namzetên jin mafê parlamenteriyê bi dest xistine.