AMED – Karkerek madenê yê ji Zonguldakê peykerê karkerek madenê ku ji aliyê karkeran ve hatiye çêkirin û jinên herêma Behra Reş şalek herêmî diyarî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 107 roj in di greva birçîbûnê de ye kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 107’emîn de didome. Guven li mala xwe ya li Taxa Bagcilarê ya Navçeya Rezana Amedê didomîne. Her roj rêveber û nûnerên sazî û rêxistinan diçin serdana Guven û piştgiriya xwe jê re eşkere dikin. JI KARKER Û JINÊN BEHRA REŞ DIYARIYÊN WATEDAR Şandeya rêveberên HDP’ê yên bajarên Behra Reş (Karadenîz) jî duh Guven ziyaret kiribûn. Di vê ziyaretê de piştgiriyek bi wate jî ku wek xelat jê re hat diyarkirin dan Guven. Karkerek madenê ku li bajarê Zonguldakê dijî peykerê karkerek madenê ku bi destê karkeran hatiye çêkirin diyarî Leyla Guven kirin. Li gel vê diyariya peykerê madenvan jî jinên Behra Reş jî şalek herêmî ya jinên wê herêmê bikar tînin ji Leyla Guven re diyarî şandin. GUVEN: DIYARIYÊ MIN BEXTEWAR KIR Şandeya Behra Reş ku serdanê kiribû peykerê madenvan û şala herêmî dan destê Guven. Leyla Guven da zanîn ku ji bo diyariya karkerên madenê û jinên Behra Reş ew gelek bextewar bûye û got: “Diyariya wan dostên me moralê da min. Ez gelek kêfxweş bûm. Piştgiriyên bi vî rengî çalakiyê xurttir dikin. Diyara wan serseran û serçavê min.” MA / Bîlal Guldem
Ji Behra Reş heta Amedê du diyariyên watedar
