Hikûmeta Flaman, ji meha Adarê ya sala 2021’ê ta bi niha ji bo kesên hîlebaz biqewirîne lêpirsînan dike.
Di nava du salan de, hat keşfkirin ku ji 724 kirêdaran herî kêm 339 jê binpêkarî kiriye.
Li gor malpera 7Sûr7 Mathîas Dîependaele ku partiya qewmperest Tifaqa Flaman a Nû (N-VA) ye, wiha gotiye: “Têkoşîna me ya li dijî xapandina têkildarê mafê xaniyên civakî, bi kêr tê. Heta niha me karî 2 milyon Eûro ji kirêdarên hîlebaz wergibirin.“
Welatên ku hîlebazî herî pir lê hatiye keşfkirin Fas, Îtalya û Tirkiye ne.
Hat diyarkirin ku kesekê li Tirkiyeyê xwedanê 16 xaniyan û erd e, li Anversê di xaniyekê kirê yê civakî de dimîne.