Ji ber bahoza Fani ya li rojhilatê Hindistanê rabû, nêzî 800 hezar kes hatin veguhastin.
Rayedarên Hindistanê diyar kirin, bahoz ji ber barana zêde dijwar bûye û lez û dijwariya wê jî saetê 200 kîlometre derbas kiriye.
Saziyên meteorolojiyê ragihandin, bahoz wê roja Înê bigihêje eyaleta Odishayê û ji herêmên ku nifûsa xwe zêdeyî 100 milyon kes e derbas bibe.
Rayedarên parastina sivîl a eyaletê diyar kirin, 780 hezar kes ji bo herêmên ewle yên 13 bajarokên Odishayê hatine veguhastin. Nifûsa eyaleta Odishayê 46 milyon e û tê gotin, bahoz wê herî zêde li wê eyaletê bike.