Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hatin girtin.

Ji ber berfa ji duh ve li Dersimê dibare, bandor li tevahiya bajar kir.

Ji ber berfê li Xozat 10, li Pulûr 8, li Pîlemûr 6, li Çemîşgezek 5 û li Qişleyê jî 2 gund rêya wê hatine girtin. Wesayîtên ku bê amadekarî ketibûn ser rê, di rê de man, tîmên vekirina rê ji bo rêvekirinê zend û bendên xwe hildan.