Xizmên cangoriyên Roboskiyê ji ber bibîranîna qetlîama Roboskiyê doz li wan hatibû vekirin. Rûniştina dozê hate kirin.
Pankartên di bibîranîna qetlîama Roboskiyê ya di sala 2015’an de hincet hatin nîşandan û derbarê 16 kesan doz hatibû vekirin. Rûniştina yekemîn a dozê hate kirin. Cîhan Encu, Semîre Encu û Fadîle Tosûn tevlî rûniştinê bûn a ku bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ hatibû vekirin.
Heyeta dadgehê biryar da ku bila îfadeya Cahîde Encu û Sozdar Encu were stendin û kêmasiyên di dosyeyê de were temamkirin.
Rûniştin taloqî 25’ê Adarê hate kirin.