Jinên zîndana Sîncanê ji bo girtiyên nexweş 3 rojan çalakiya xwarin negirtinê kirin.
Li gorî nûçeya rojnemevan Dîcle Muftuoglu, ji bo balê bikşînin ser qetilkirina girtiyan daxwazname ji Wezareta Edaletê û Meclisê re nivîsandine.
Piştî çalakî bi dawî bû Rêveberiya zîndanê derbarê jinan de lêpirsîn da destpêkirin.
Li gorî teblîxa ji wan re hatiye şandin divê jinên girtî di nava 3 rojan de parastina xwe bikin.