Rojnameyan Ronya Esra Şeran ku ji bo geştê çû Rihayê, bi hinceta li ser wê tilimê kesk heye hat binçavkirin. Wê danişîna Şeranê di 11’ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Rihayê be. Di îdianameyê de tilimê li ser Şeranê wî unîformayê PKK’ê hat nirxandin.
Rojnamevan Ronya Esra Şeran di 29’ê Tebaxa 2018’an de li wexta ji bo geştê çû Sêwrega Rihayê, bi hinceta tilimê kesk li ser wê ye ht binçavkirin. Şeran ji Emniyeta Sêwregê sewqî Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê hat kirin û piştî 7 rojan di bin çavan de ma sewqî edliyeyê hat kirin. Dadgehê jî bi biryra kontrolkirina edlî Şeranê berda. Di îdianameya hat amadekirin de Şeran bi “endamtiya rêxistinê” hat atwanbarkirin û wê danişîna ewil di 11’ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Rihayê pêk bê.
Di îdianameyê de tilimê kesk ê li ser Şeranê wekî unîformayê PKK’ê hat nirxandin.
Şeran, diyar kir ku ew ji bo geştê çûye herêmê û ewilî çûye Rihayê û got: “Bi hinceta kincê li ser min kinçê leşkerî ye hatim binçavkirin. Piştî îfadeya li Sêwregê dozgeriyê ez sewqî Rihayê kirim. Li Rihayê 7 rojan di bin çavan de mam. Paşê bi şertê kontrolkirina edlî hatim berdan.” Şeran, bilêv kir ku li Sêwregê polîsekî hevalê wê yê pê re qehwe vexwariye qesd kiriye û jê re gotiye: “‘Li cihekî wekî Rihayê tu çawa radibû û bi zilamekî zewicandî re qehweyê vedixwî.’ Li gorî wan li vî welatî jin û mêrek nikarin bibin heval.”
Şeran, bilêv kir ku niha der barê wê de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” doz hatiye vekirin û got: “Bi vê bûyerê careke din min dît, ger tu kurd bî û jin bî ji bo te ‘azadiya fikr û geştê ya di Qanûna Bingehîn de hatiye diyarkirin tune ye.’ Çimkî di bin çavan de tim ji min re digotin ‘ev geşt ji bo rêxistinê ye.’ Li gorî dewletê kurdek tenê ji bo gerê nayê Rihayê.”